Fetwayen Kurdi
Keçika ku ji diya min şîr vexwaribe, ma dibe xwişka min jî?

Keçika ku ji diya min şîr vexwaribe, ma dibe xwişka min jî?

Pirs: Keça merivekî me, bi xwişka min re ji diya min şîr vexwariye. Herdu jî bi temenê xwe ji min biçûktir in. Di vê rewşê de gelo ez bi vê keçikê re dibim xwişk û birayê şîr û ez dikarim pê re bizewicim an na?

Bersiv: Li gorî dînê me, ji astengên zewacê yek jê jî eqrebatiya bi rêya şîr e. Li gorî ku wê keçikê, ji diya we şîr vexwariye, ew xwişka we ya şîr e û zewaca we, bi wê re heram e.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê mijara eqrebatiya bi rêya şîr de em tewsiya dikin ku hûn dersen me yên di lînkên jêr de ne, temaşe bikin.

http://www.kurandersi.com/konulu-kuran-sohbetleri/2009/sut-akrabaligi-1.html

http://www.kurandersi.com/konulu-kuran-sohbetleri/2009/sut-akrabaligi-2.html