Fetwayen Kurdi
“Kelale”ya ku nave wê pir caran di mijara mîratê de derbas dibe çi ye?

“Kelale”ya ku nave wê pir caran di mijara mîratê de derbas dibe çi ye?

Pirs: “Kelale”ya ku navê wê pir caran di mijara mîratê de derbas dibe çi ye? Ango wêrisiya bi rêya kelaleyê çi ye û çawa ye?

Bersiv: Kelale, ji mirovê ku dimre û digel ku li pey xwe tu zarok nehiştibin, dê an bav an jî dê-bav bi hev re tunebin re tê gotin. Di vê rewşê de mîrata wî/wê, ji xwişk-birayên wî/wê yan jî ji zarokên xwişk-birayên wî/wê re dimîne.

Ayeta di der barê mîrata kesê ku zarok û dayik li pey xwe nehiştine de wiha ye:

“…Eger mêr an jî jinek bi kelaletî bimre (zarok û dayika wî tunebe lê ji aliyê dê ve) bira yan jî xwişkek hebe, ji bo her yekî ji wan şeşyek heye; eger xwişk û bira ji yekî pirtir bin vêca ew bi wekhevî di sêyekê de pişkdar in. Ew, –bi awayê ku tu ziyanê nede– piştî pêkanîna wesiyet an jî dayîna deyn dibin xwediyê wê parê.“ (Nîsa, 4/12)

Ayeta di der barê mîrata kesê ku zarok û bavê wî tuneye de wiha ye:

(Ya Muhemmed!) Ji te çareseriyê dipirsin. Bibêje: Xwedê di bara kelalê de (mîrateya kesê ku zarok û bavê wî tuneye de) çareseriyê beyan dike. Eger yekî bêzarok bimre û xwişkeke wî hebe; nîvê mîrateyê ji wê re ye. Eger xwişk bimre û ji wê tu zarok tune bin, birayê wê jî dibe xwediyê temamê mîrateya wê. Eger ji bira du xwişk bimînin, ji mîrateyê ji sisêyan didu ya wan e. Mîratxwerên xwişk û bira; eger hem mêr hem jî jin bin, para mêr bi qasî du parên jinê ye. Ji bo hûn şaş nebin Xwedê ji we re aşkera dike. Xwedê bi her tiştî dizane.” (Nîsa, 4/176)

Digel ku ji Pêxemberê me (s.a.w) hedîseke bi vî awayî “Kesê bimre û weled û walidê wî nemabe, mîratxwerên wî kelale ye.” (Cessas, Ehkamu’l-Qur’an, c: 2, rp: 87; Beyheqî, Sunenu’l-Kubra, c: 6, rp: 224) hatiye ragihandin jî hatiye destnîşankirin ku kesê di vê mijarê de jê pirs kirine wî berê wan daye ayeta 176an ji sûreyê Nîsa. (Bnr: Muslim, Feraid, 2; Ehmedê kurê Henbel, 1/318)

Bi rastî jî di der barê ji bo kesê ku weled û walidê wan tuneye “kelale” tê gotin de tifaq heye. (Bnr: Îbn ‘Edilber, el-Îstizkar, c: 15, rp: 461)

Weled; zarokên keç-kur û zarokên wan in; walid jî di wateya dê û bav de ye.

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê vê mijarê de hûn dikarin gotara li jêr hatiye destnîşankirin bixwînin:

Abdurrahman Yazıcı, “İslâm Hukukunda Kelâle: Öz ve Üvey Kardeşlerin Fürû ve Usûl Hısımlarla Mirasçılığı”, Dini Araştırmalar, c: 16, Jimar: 42, Ocak-Haziran 2013, rp: 216-237.