Pirs: Di Îslamê de xwegirtin, bo pîrekan ferz e. Înkarkirina bizanebûn gelo meriv ji dîn derdixe? Kesên wiha mandel dikin ma guneh e ku meriv wan hişyar meke?
Bersiv: Însan, dibe ku her gav nikaribin hemî emr û fermanên Xwedê Teala bi cih bînin. Kesên wisa dikin gunehkar in. Hin însan jî bi sedem cahilî û nezaniya xwe, di serî de li ser van emr û fermanan nîqaş û gengeşiyê dikin û dibe ku li gorî fikr û ramana xwe haşa nerast jî bibînin. Ji ber vî karê wan ê ku bi cahilî û nezanî dikin, dibin gunehkar, lê ji dîn dernakevin. Lê belê, digel ku rastî ji wan re bê gotin ango di vê meseleyê de cahilî û nezaniya wan ji holê were rakirin, kesê ku emr û fermanê Xwedê Teala neecibîne, înkar û mandel bike, dibe kafir.
Em tewsiye dikin ku hûn mijara Adem û Îblîs ya ku di Qur’anê de çend caran dubare dibe, bixwînin. Adem (s.a.w), Xwedê Teala pir baş nas dikir. Xwedê, her tişt hînî wî kiribû. Ji vî aliyî ve Xwedê Teala mamostetiya wî kiribû. Xwedê Teala, li Adem bi tenê tiştek qedexe kiribû: Ku mêweyê darekê nexwe. Lê wî, ew qedexe binpê kir. Heta vir, di navbera kirina wî û ya Şeytên de tu ferq tune ye. Lewra şeytan jî fermaneke Xwedê Teala bi cih neanîbû; ji Adem re secde nebûbû. Yekî fermana Xwedê Teala bi cih neanîbû, yê din fermana wî binpê kiribû. Ferqa di navbera wan de piştre derket holê. Şeytan di biwara rastiya kirina xwe de înad kir, xwe qure kir û kafir bû. Adem jî şaşiya kirina xwe fêhm kir, pêre tobe kir û bexşandina xwe xwest û hat bexşandin.
Ji bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:
http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/basortusu-yasakcilari.html
Hûn, ên ku bi vî awayî tev digerin hişyar bikin, erka xwe ya berpirsyariyê bînin cih. Ji bilî vê, tu berpirsyariyeke we ya din tune ye.