Fetwayen Kurdi
Kesê ji ber sedemekî meşrû rojî negre ma lazim e ku pereyan bide?

Kesê ji ber sedemekî meşrû rojî negre ma lazim e ku pereyan bide?

Pirs: Dema ez ji ber sedemekî lirê/meşrû rojiyê megrim, ma divê ku ez yekî têr bikim an jî pereyan bidim?

Bersiv: Sedemên lirê/meşrû ji bo negirtina rojiyê nexweşî û rêwîtî ye. Ji bilî vê, tu mazereteke din nayê qebûlkirin.

Kesê nexweş û rêwî jî rojên ku ji meha Remezanê negirtine divê piştre qeza bikin. Ango di dewsa wan rojan de tu pere yan jî tiştekî din nayê dayin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Di çend rojên bi jimar de rojiyê bigrin…

Meha Remezanê, ya ku Qur’an tê de hatiye şandin ayetên wê ji mirovan re rêber in û ji bo veqetandina heq ji batilî delîlên aşkere ne. Êdî kî ku ji we gihaşt vê mehê bila tê de rojî bigre. Çi kesê ku nexweş an jî rêwî be û rojî negirtibe bila di rojên din de biqasî wan rojên ku rojî negirtiye, bigre. Xwedê ji bo we rihetiyê dixwaze, zehmetiyê naxwaze. Ev, da ku hûn rojên rojiyê bêkêmasî bigrin û ji bo ku hûn rasterê kirine hûn Wî mezin bidêrin û da ku hûn bişêkirînin.” (Beqere, 2/184-185)