Fetwayen Kurdi
Gava deyn dereng were dayin, ma meriv dikare doza zirara xwe bike?

Gava deyn dereng were dayin, ma meriv dikare doza zirara xwe bike?

Pirs: Min deyn da nasekî xwe. Di ser qewlê me re pir zeman derbas bû û hîn jî deynê xwe nedaye. Min pere bi deyn dabûyê û divê ku ez dîsa pereyan jê bistînim. Lê belê dema min bi deyn dayê, zêr bi 50 TL bû û niha bûye 100 TL û hîn jî zêde dibe. Çavên min ne di pereyên zêde de ye, encax dilê min jî ne rihet e. Ev kesê han divê deynê xwe çawa bide?

Bersiv: Di vir de du rê hene:

Ya Yekem: Hûn ê bi riza dilê xwe li hev bikin, deynê xwe li gorî malekî xuya –ev, dibe ku zêr, dewîz û hwd.- endeks bikin û di dema dayina deyn de qîmeta mal ya îro bigirin ber çavan. Encax ev muamele, çênabe ku alî ango teref bi zorê bi hev bidin kirin.

Ya duyem: Ji roja qewlê we û heta roja ku deynê xwe bide, hûn ê ferqa enflasyonê hesab bikin û têxin ser deyn. Di vê beşa dawî de (duyem) riza deyndêr ne şert e, ne lazim e. Belbî macbûr e ku bide.

Prof. Dr. Servet Bayındır