Fetwayen Kurdi

Kesê li leşker e ji bo limêja xwe ya înê divê çi bike?

Pirs: Mirov di kîjan rewşan de dikare limêja înê neke?

Bersiv: Di derheqê limêja înê de Perwerdegarê me di ayeta 9’min ji sûreyê Cumu‘e wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Gava roja înê ji bo limêjê hat bagnkirin, vêca bi bal zikrê Xwedê (limêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn û firotinê berdin. Ha ev, eger hûn bizanin ji bo we çêtir e. Piştî ku limêj hate kirin vêca li ser erdê belav bibin û ji kerema Xwedê bixwazin. Xwedayê xwe pir bi bîr bînin da ku hûn rizgar bibin.[1]

Ji xeyrî înê ji bo tu limêjan, te‘bîra “ev ji bo we çêtir e” derbas nabe û ji xeynî limêja înê, limêjên ferz ên din her gav û di her şert û mercan de tên kirin û îhtîmala nekirina wan tune ye. Lewre di hin halet û mercan de ferziyeta limêja înê ji holê radibe.

Ebdullah kurê Ebbas (x.j.q), di rojeke bi baran ji muezzin re dibêje ku: Gava te ezan xwend û tu gihaştî, Eşhedû enne Muhemmeden Resûlullah” nebêje “Heyye ‘ele’s-Sela” belbî bibêje: “Herin li malên xwe limêja xwe bikin.”

Însanan ew helwesta Îbn Ebbas xerîb dîtin û acêb mayî man. Got: Ev tiştê ha yekî ku ji min bi xêrtir (ango Hezretî Pêxember) kiriye. Ji ber ku nimeja înê ferz e, min nexwest ez bihêlim ku hûn di nava herî û ciyê şemitokî de bimeşin.[2]

Ji Hezretî Eyşe (x.j.q), hatiye ragihandin: Efradê malbatê bi dorê dihatin limêja înê. Di nava toz û axê de xwêdan ji wan deherikî. Dema Pêxember li ba min bû yek ji wan hat, Pêxember (s.a.w) jê re got, “Xweziya ji bo vê rojê we xwe paqij bikira û hûn bihatana.”[3]

Ew hedîs didin xuyakirin ku di hin rewş û mercên pêwîst de mirov dikare dev ji limêja înê berde. Mîna mamosteyê di wexta limêjê de dersa wî hebe û hwd. Wê gavê divê limêja xwe ya nîvro bike, ne zêdetir.

Bersiva pirseke din di lînka jêr de ye, em tewsiye dikin ku hûn wê temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/nobet-yuzunden-namaz-kilamayan-askeri-personele-ne-tavsiye-edersiniz.html



[1] Cumu‘e, 62/9–10.

[2] Buxarî, Cumu‘e, 14.

[3] Buxarî, Cumu‘e, 15.