Fetwayen Kurdi
Kesê meyê vedixwe ma dikare rojiyê bigre?

Kesê meyê vedixwe ma dikare rojiyê bigre?

Pirs: Kesê meyvexwer dema di meha Remezanê de vexwarina meyê biterikîne û rojiyê bigre, ma divê beriya rojiyê bi çiqasî bi temamî dev ji vexwarina wê berde?

Bersiv: Mîna ku bi awayekî zelal ji ayeta 90 û 91ê diyar dibe, divê kesê Misilman xwe ji vexwarinên ku mirov pê serxweş dikeve dûr bigre û mesafeyekê bixwe navbera xwe û wan vexwarinan. Li aliyê din pêkan e ku digel qebûlkirina heramiya vexwarina wan mirov bi nefsa xwe nikaribe, hem meyê vexwe hem jî nimêj bike û rojiyê bigre.

Vexwerina meyê heram e. Lê belê bi sedema ku mirov heramiyê dike, nikare xwe ji emr û fermanên Xwedê Teala dûr bigre.  Bicihanîna van fermanan, dê bibe navgîn ji bo dûrketina xwe ji wan heraman.