Fetwayen Kurdi
Kesê xusla xwe ranekiribe û miribe, rast e ku dê di dojehê de bişewite?

Kesê xusla xwe ranekiribe û miribe, rast e ku dê di dojehê de bişewite?

Pirs: Kesê derfeta wî ya ku xusla xwe rake hebe û bê uzur wê bidereng bixe û bi cenabetî bimire, ma rast e ku dê heta bi hetayê di agirê dojehê de bişewite?  

Bersiv: Bela û felaketa mezin, ne ku meriv bi cenabetî, belbî ku meriv bê îman bimire. Ên ku dê heta bi hetayê di dojehê de bimînin jî kesên muşrik in.

Xwedê Teala, bi sedem ku meriv bi cenabet miriye, meriv berpirsyar nagire. Dê li xêr û gunehên wî bê nerîn; li gorî wê, an tê xelatkirin an jî tê celatkirin.