Fetwayen Kurdi
Kirasê Ke‘beyê çima reş e?

Kirasê Ke‘beyê çima reş e?

Pirs: Gelo kirasê Ke‘beyê çima reş e?    

Bersiv: Rengê kirasê Ke‘beyê, ne ji ber hinceteke dînî, belbî ji ber kevneşopiyê reş e. Ji dema Pêxemberê û vir de her sal, di dehê meha Muherremê de ango di roja aşûrê de kirasekî sor, di 27’ê Remezanê de jî yekî spî li Ke‘beyê dihate kirin. Di dema Xelîfeyê Ebbasiyan Me’mûn de bi zêdekirina yekî spî yê din êdî kirasê Ke‘beyê salê sê caran dihate guhartin. Di salên pêşî ji xelîfetiya Nasir Lidînillah, bo Ke‘beyê kirasê kesk dihate şandin, lê kirasê di salên paşî de şandibû reş bû û rengê nivîsa li ser jî zer bû. Ev rewş heta roja me jî wiha dewam kiriye.[1]



[1] Ji bo agahiyên berfirehitr ji kerema xwe bnh. Sadettin Ünal, “Kâbe”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XXIV, r. 17-19.