Fetwayen Kurdi
Kirîn û firotina di dema limêja înê de, li ser înternetê gelo helal e yan na?

Kirîn û firotina di dema limêja înê de, li ser înternetê gelo helal e yan na?

Pirs: Bi rêya malperê 24 seetan online malên fîrma me tên firotin. Pirsa min ev e: Di dema limêja înê de divê ku em malpera xwe bigirin an na? Eger em bigirin jî li gorî wexta limêja kîjan bajarî divê em bigirin? Navenda fîrma me li Stenbolê ye, li ser meselê li Stenbolê me malpera xwe girt. Li Amedê yekî ji limêja înê derketiye, ji ber ku malpera me girtiye dê nikaribe tiştekî jê bikire. Lê belê wî kesî li Amedê di wexta limêjê de dev ji kirînê berdabû û çûbû limêja xwe. Piştî limêjê dixwaze tiştekî bikire; encax ji ber ku navenda fîrmayê li Stenbolê ye di seeta derketina wî de malper dê girtî be! Divê em çi bikin?

Bersiv: Limêja înê ne li ser şirketê, belbî li ser kesên di şirketê de dixebitin, ferz e. Ji ber vê yekê navenda şirketê li ku dibe bila bibe, ne muhîm e. Li kîjan herêmê be, dema limêjê hat ê/ên li wê derê kar dikin, divê ku here/herin limêja înê. Yanî li ser wî/wan ferz e.

Kirîn û firotin, di wextê limêjê de hatiye qedexekirin. Lewra, ev dibe asteng ji bo beşdarbûna limêja înê. Li gorî vê, ên ku naçin limêjê, kesên ku li gorî herêma xwe yên berî (ji bo yên li rojhilat dijîn) seeta navenda şirketê limêj dikin an jî paştî (ên li rojava dijîn) wê limêj dikin, dema bi rêya înternetê tiştekî bikirin, tu mehzûreke wê, ji were tune ye.