Fetwayen Kurdi
Ma di kirîn û firotina ji borsa emtiayê de tu mehzûrek heye?

Ma di kirîn û firotina ji borsa emtiayê de tu mehzûrek heye?

Pirs: “Borsa emtia”yê, ji sûk û bazara ku malên ticaretê (zêr, zîv, paxir, xaz, ceh, genim, petrol pembû, garis, şekir, qehwe û hwd.) dibin mijar ji bo kirîn û firotinê re tê gotin. Bi vî awayî: Dema di Borsa emtiayê de bihayê demir zêde dibe, di bihayê demir ê sûkê de jî guhertin çêdibe. Û di malên ticaretê yên din jî de rewş wiha ye. Ez dixawzim li ser înternetê malên emtiayê bikirim û dema bihayê wê zêde bibe bifiroşim. Pirsa min, ji aliyê dînî ve kirîn û firotina bi vî awayî ji borsayê, gelo helal e yan na?

Bersiv: Ji aliyê fiqhî ve, kirîn û firotina bi rêya “Borsa emtia”yê çawa ku hin cureyên vê yên helal hene, hin cureyên wê yên mehzûr jî hene. Encax kirîn û firotinên ji borsayên wiha, ji ber ku (li gorî îstatistikan) nêzî ji %98’ê wan spekulatîf in, ev cure dikeve bin beşa ya ne caiz.

Li aliyê din, ji borsayên wiha kirîn û firotina emtiayên ku taybetiya wan a peretî heye; mîna zêr û zîv, ne caiz e. Lewra di kirîn û firotina zêr û zîv de divê ku dest bi dest de yanî bi pêşin be, encax di sîstema wan de muamele bi wade tê kirin.

Ji bilî van, malên ku di dînê me de kirîn û firotina wan nehatiye qedexekirin, kirîn û firotina wan encax bi vî awayî caiz e: Dema qewl/wade hat, divê yan mal birastî hebe yan jî bi rêya belgeya ku temsîla wî malê ku di depoyê de ye dike, muamele bê kirin.

Prof. Dr. Servet Bayındır