Fetwayen Kurdi
Krêdiyên ku faîza wan ji sedî sifir e, caiz in?

Krêdiyên ku faîza wan ji sedî sifir e, caiz in?

Pirs: Hin bank kampanyayên ji sedî sifir faîz, krêdiyên bê faîz û hwd. lidar dixin. Di vir de faîz sifir e, lê belê dîsa jî bêjeya faîzê derbas dibe. Gelo ev heram e?

Bersiv: Krêdî, bi mena deynê bi faîz e. Tu banka, xwe nade ber ku deyn bê faîz bide meriv. Bi navê mesrefê dosyayê be jî banka serî li rêya ku ji deyn karekê bi dest bixin, didin. Îro meriv 100 lîreyê bide piştre 101 lîreyî bistîne, faîz e. Tiştê ku banka di bin navê “komisyon” û “mesrefê dosyayê” distînin jî faîz e. Ev, ji xapandina gel pê ve ne tu tiştekî din e. Divê hûn bi hizir bin.