Fetwayen Kurdi
Ku em qurbanê nedin û di şûna wê de sedeqeyê bidin dibe gelo?

Ku em qurbanê nedin û di şûna wê de sedeqeyê bidin dibe gelo?

Pirs: Ku em qurbanê nedin û di şûna wê de sedeqeyê bidin dibe gelo? 

Bersiv: Ya muhim di îbadeta qurbanê de ew e ku ji bo xêra Xwedê mirov hin heywanên diyarkirî di eyda qurbanê de, ser jê bike. Loma heta ku ev şert bi cih neyê îbadeta qurbanê jî bi cih nayê.  Ji goştê vê heywana serjêkirî, him xwediyê wê dixwe him jî li dost û eqreba û li hewcedaran tê belavkirin.

Lê alîkariya ji bo hewcedaran jî ew jî îbadet û xêreke bi rengekî din e. Xêra wê pir zêde ye.  Lê divê mirov xêra vê îbadetê û ya qurbanê tevlîhev neke. Çimkî her îbadet bi rengê xwe ye di dînê me de. Tu îbadetek cihê ya din nagire.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Ji bo serjêkirina qurbanê me ji bo her umetê wextek diyar kiriye da ku li ser pez û heywanên mezin navê Xwedê bînin ziman. Xwedayê we Xwedayekî tenê ye.  Êdî xwe bispêrin wî. Tu mizginiyê bidî kesên nefsbiçûk.” (Hec, 22/34)