Fetwayen Kurdi

Li gorî dînê me ma caiz e ku mirov wek muhasib bixebite?

Pirs: Ez di beşa muhasebeyê de dixwînim. Lê piraniya muhasiban/hesapgêran bacê didizin. Di vê rewşê de ma caiz e ku ez wek muhasib bixebitim?

Bersiv: Gelek muhasib hene bêyî ku bacê bidizin karê xwe dikin. Heke tu jî rastî û bi dirûstî hereket bikî, tu mehzûr nîne ku tu vî karî bikî.