Fetwayen Kurdi
Li gorî mezheban ji bo limêja înê herî kêm divê çend kes hebin?

Li gorî mezheban ji bo limêja înê herî kêm divê çend kes hebin?

Pirs: Li gorî mezhebên Îslamî, ji bo limêja înê divê çend kes bicivin?

Bersiv: Li gorî mezhebê Henefî, da ku limêja înê bê kirin, ji bilî îmam herî kêm divê sê kes hebin. Li gorî Îmam Ebû Yûsuf, ji xeyrî îmam ku du kes bi tenê jî hebin, kafî ye.

Nerîna meşhûr ya mezhebê Şafiî û Henbelî, ji bo limêja înê divê ku çil kes beşdarî limêjê bibin.

Di mezhebê Malikî de digel nerîna ku ji bilî îmam bi duwazdeh kesan limêja înê tê kirin, lê belê qenaeta ku di mezheb de hakim e, ne li gorî jimara cema‘etê belbî li gorî nufûsa gundeki biçûk bê tesbîtkirin.[1]

Ayeta ku bi limêja înê re têkildar e wiha ye:

Gelî bawermendan! Gava roja înê ji bo limêjê hat bagnkirin, vêca bi bal zikrê Xwedê (limêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn û firotinê berdin. Ha ev, eger hûn bizanin ji bo we çêtir e. Piştî ku limêj hate kirin vêca li ser erdê belav bibin û ji kerema Xwedê bixwazin. Xwedayê xwe pir bi bîr bînin da ku hûn rizgar bibin.”[2]

Li gorî vê ayet û hedîsên ji Pêxember (s.a.w) hatine ragihandin, da ku limêja înê bê kirin, jimara herî kêm nehatiye diyarkirin. Lê belê, îfadeya “dev ji kirîn û firotinê berdin ya di Qur’anê de derbas dibe, dide nîşandan ku cihê lîmêja înê lê tê kirin, divê ku cihekî bazar û sûka wê hebe. Û di dema Pêxember (s.a.w) de li cihên biçûk li derdorên Medîneyê limêja înê nedihate kirin. Ev, dide nîşandan ku li cihên biçûk ên ji bajaran dûr in, bi jimareke hindik limêja înê nayê kirin. Ji ber vê yêkê ne pêkan e ku meriv jimareke tam bide û bibêje da ku limêja înê bê kirin pêdivî bi ewqas ceme‘et heye.

Bersiveke me ya bi şeklê vîdeoyê di lînka jêr de ye, ji kerema xwe serî lê bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/dag-koylerinde-uc-bes-kisi-bir-araya-gelerek-cuma-namazi-kilabilirler-mi.html

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê limêja înê de em tewsiye dikin ku hûn nivîsa me ya bi sernavê “Delillerle Cuma Namazı/Limêja Înê Bi Delîlan” ya di lînka jêr de bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/delillerle-cuma-namazi.html



[1] Hayreddin Karaman, “Cuma”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), VIII, 86.

[2] Cumu‘e, 62/9-10.