Fetwayen Kurdi
Ma lixwekirina gustîlka zewacê  durist e?

Ma lixwekirina gustîlka zewacê durist e?

Pirs: Gelo lixwekirina gustîlka zewacê caiz e? Min bihîst ku ev adet, ji çanda civatên Fileh derbasî çanda me bûye û heta min bihîst ku lixwekirina wê, bîd‘et e. Gelo ev tişt rast e?

Bersiv: Hungilîska zewacê, nîşana ku ew kes zewicandî ne. Her civat jî li gorî urf û adetên xwe, da ku zewac û nîşanîbûna xwe diyar bikin, hin nîşanan bi kar tênin. Gustîlik jî yek ji wan nîşanan e û di lixwekirina wê de tu mehzûrek tune ye.

Meriv nikare ji gustîlka zewacê re bibêje ku bîd‘et e. Lewra, da ku ji tiştekî re bê gotin bîd‘et, divê têkilatiya wê bi mijarên bawerî yan jî îbadetê re hebe. Û xuya ye ku gustîlik, tu eleqeya wê bi wan mijaran re tune ye.