Fetwayen Kurdi
Ma bav dikare ji dêla keça xwe mahrê qebûl bike?

Ma bav dikare ji dêla keça xwe mahrê qebûl bike?

Pirs: Di nîkaha dînî de gava riza keçê hebe, gelo bav di dema birîna nîkahê de dikare ji dêla wê bibêje “belê ez vê zewacê qebûl dikim.” 

Bersiv: Belê çêdibe. Ev, rewşeke ku xwe bi urf û adetê ve digire. Heke keç, ji zilaman û ji îfadekirina riza xwe di hizûra wan de fedî bikin, dikarin bavê xwe yan jî merivekî xwe yê din bikin wekîlê xwe. Tiştê girîng ew e ku ev karê zewacê bi riza dilê wan be.