Fetwayen Kurdi
Ma çiqas rast e ku mirov ji miriyan alîkariyê bixwaze?

Ma çiqas rast e ku mirov ji miriyan alîkariyê bixwaze?

Pirs: Hin kes di gava ziyareta goran de bi bîrnebirî dua dikin, ji bo çareserkirina hin pirsgirêkên xwe yan jî ji bo hin daxwaziyên xwe ji miriyên di gorê de alîkariyê dixwazin. Ma xwestina alîkariyê ji miriyên di gorê de rast e?

Bersiv: Însan ji berê ve ye ku di bara dua û îbadetê de xelitîne, xwe diavêjin penaha rûhaniyeta miriyan û di mijarên curbicur de ji kesên ku wan mezin dibînin daxwaza arîkariyê dikin. Eger li Qur’ana Pîroz bihizir were nihêrtin dê diyar bibe ku di vê meseleyê de temamê pêxemberan umetên xwe hişyar kirine. Ferman li me hatiye kirin ku em di her reke‘eta nimêjê de sûreyê Fatiheyê bixwînin û rojê çil carî ayeta “Em bi tenê ji Te re îbadet dikin û bi tenê ji Te alîkariyê dixwazin.” (Fatihe, 1/5) tê dubarekirin, da ku babeta; ku ji bilî Xwedê ji tu kesê din alîkarî nayê xwestin di hiş û mêjiya me de her gav zinde bimîne. Ji bo saxî û domandina jiyana me ya madî çawa ku hewcedariya me bi hewa û av û qût heye herwiha ji bo heyata me ya manewî jî da ku em wê her gav zinde bigirin pêdivî û hewcedarî heye ku mijara ji Xwedê pê ve ji tu kesê din re îbadet nayê kirin, ji Wî pê ve daxwaziya alîkariyê ji tu kesê din nayê kirin, were dubarekirin.

Xwedê Teala di gelek ayetên Qur’anê de di derbarê taybetiyên muşrikan de babeta ku “Ji bilî Xwedê dua dikin” (Nîsa, 4/117; En’am, 6/40,41,56,71,108; E‘raf, 7/37,194,195,197; Yûnus, 10/38,66,106; Hûd, 11/101; Re‘d, 13/14; Nehl, 16/20,86; Îsra, 17/56,57,67; Kehf, 18/14; Meryem, 19/48; Hecc, 22/12,13,62,73; Muminûn, 23/117; Furqan, 25/68; Şu‘era, 26/213; Qeses, 28/64,88; ‘Enkebût, 29/42; Loqman, 31/30; Sebe’, 34/22; Fatir, 35/13,14,40; Saffat, 37/125; Zumer, 39/38; Mumin, 40/20,66; Fussilet, 41/48;Zuxruf, 43/86; Ehqaf, 46/4,5; Cin, 72/18) destnîşan kiriye û li Cenabê Pêxember (s.a.w) wiha ferman kiriye: “Bibêje: Ez, ji Xwedayê xwe bi tenê dua (daxwaz) dikim. Ez tu tiştî jê re nakim hevpişk.”[1]

Beşek ji ayetên ku bi mijarê re eleqedar in wiha ne:

Duaya rast û heq her ji Xwedê re ye. Ew ên ku ji bilî Xwedê re dua dikin nikarin bi tu awayî daxwaziya wan bibersivînin. Ev, mîna rewşa kesê ku herdu destên xwe ber bi avê ve dirêj dike da ku av bigihîje devê wî, lê bi tu awayî negihîjê. …”[2]

Ew ên ku di şûna Xwedê de ji wan dixwazin, nikarin tu tiştekî biafirînin; jixwe ew bi xwe jî hatine afirandin.”[3]

 “… Ev wiha ye. Lewra birastî jî heq bi tenê Xwedê ye. Ew ên ku ji bilî Xwedê dua dikin batil bi xwe ne. Bêguman yê herî bilin û yê herî mezin bi tenê Xwedê ye.”[4]

Bibêje: Eger ji duayê we nebe, ma wê çi qîmetê we li cem Rebbê min hebe?[5]

Di derbarê yên di gorê de jî Xwedê Teala wiha ferman dike:

Yên sax û yên mirî ne wekî hev in. Bêguman Xwedê kê bivê bi wî dide bihîstin. Lê tu nikarî bi miriyên di goran de bidî sehkirin.”[6]

Ev ayeta li jêr, dide nîşandan ku yên xwe diavêjin penah û stara rûhaniyeta zatên mezin û ji wan alîkariyê dixwazin di rêyeke şaş de ne.

Ma ji wî yê ku di şûna Xwedê de, ji yekî ku dê heta roja qiyametê nikaribe bersiva bergerîna wî bide rêşaştir kî heye? Halbûki ev ji duayê wan xafil in.”[7]

Dema Hezretî Pêxember dikeve bîra me û gava em gora wî ziyaret dikin em selat û selaman li ser tînin. Bi vê, em ji Xwedê Teala daxwaz dikin ku kerem û qenciya xwe ya li ser wî pirtir bike. Lê bi tu awayî em bi vî duayê xwe ji rûhaniyeta Hezretî Pêxember daxwaziya tiştan nakin. Lewra tevgereke wiha ji bo Pêxember (s.a.w) dişibe helwesta Filehan ya ku li pêşberî Hezretî Îsa nîşan didin; ev jî rasterast derketina ji rêya heq e.



[1] Cin, 72/20.

[2] Re‘d, 13/14.

[3] Nehl, 16/20.

[4] Hecc, 22/62.

[5] Furqan, 25/77.

[6] Fatir, 35/22.

[7] Ehqaf, 46/5.