Fetwayen Kurdi
Ma pîrek dê çawa xusla xwe rakin?

Ma pîrek dê çawa xusla xwe rakin?

Pirs: Pîreka ku bi mêrê xwe re dikeve munasebeta cinsî ma divê ku di dema desmêjgirtinê de xwe zêde paqij bike? Ava ku ji mêr tê jixwe ji aliyê bedenê ve tê avêtin. Digel vê jî min bihîst ku lazim e meriv beriya xuslê, xwe bi tiliyan baş paqij bike. Ji aliyê denturistiyê ve ez vî karî rast nabînim. Ji aliyê rakirina xuslê ve, ma kirina tiştekî wiha şert e?

Bersiv: Ji bo rakirina xuslê kirina tiştekî wiha ne şert e. Lê piştî ku pîrekê serê xwe şûşt, eger meniya (spermên) mêr, ji pîrekê derkeve, wê demê xusul lazim nake, belbî desmêja wê dişikê. Ji bo vê jî tê tewsiyekirin ku beriya serşûştinê meriv demekê bisekine û bi vî awayî meriv tam paqij bibe û piştre xusla xwe rake.