Fetwayen Kurdi
Ma di derbarê şevên qendîlê de ji îmamên mezheban tu fetwa hatine dayîn?

Ma di derbarê şevên qendîlê de ji îmamên mezheban tu fetwa hatine dayîn?

Pirs: Ma di derbarê şevên qendîlê de ji îmamên mezheban tu fetwa hatine dayîn? Min di nivîsên we de xwend ku pîrozkirina şevên qendîlê di dema Osmaniyan de derketiye holê. Wê gavê, Osmaniyan li gorî çi ev kar dane destpêkirin?

Bersiv: Di derbarê şevên qendîlê de ji îmamên mezheban mîna Îmamê E‘zem (Ebû Henîfe) (w. 150 h.), Îmam Malik (w. 179 h.), Îmam Şafiî (w. 204 h.) û Îmam Ehemdê kurê Henbel (w. 241 h.) tu fetwa nehatine dayîn. Lewra pîrozkirina van şevan di wexta wan de hîn dest pê nekiribû.

Şevên qendîlê ne di dema Osmaniyan de; li berevajî vê pîrozkirina şevên qendîlê piştî hicretê bi qasî sê sed û pêncî salî li Misrê di heyama Dewleta Fatimî ya Şiî de hatiye destpêkirin. Ev şevên han, di dewra Osmaniyan de di dema II. Selîm de hatiye destpêkirin, bi sedem ku li minareyan qendîl dihatin pêxistin û bi vî awayî dihat îlankirin û pîrozkirin êdî bi ev şev navê “qendîlê” hatiye bibîranîn. Ango ne pîrozkirina van şevan; li berebvajî vê, binavkirina bi navê “qendîlê” di heyama Osmaniyan de rû daye. Divê hûn herdu meseleyan bi hev şaş mekin.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê şevên qendîlê de ji kerema xwe serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/tarih-arastirmalari/kandil-geceleri.html