Fetwayen Kurdi
Ma zewac di Îslamê de ferz e?

Ma zewac di Îslamê de ferz e?

Pirs: Di dînê Îslamê de gelo zewac ferz e, yanî hatiye fermankirin? An jî sunet e li ser tercîha meriv dimîne?

Bersiv: Dînê Îslamê teşwîqa zewacê dike û li bawermendan jî ferman dike ku ezebên xwe bicewicînin. Pêxemberê me jî (s.a.w) bi zewaca xwe, ji me re bûye mînak û nimûne.

Zanyarên dînê Îslamê, di derbarê kesê ku hêza wî li ser zewacê hebe û di heman demê de tirsa ku dê bikeve zinayê jî hebe, gihaştine encama ku zewac, jê re ferz e.

Di vê mijarê de ji Pêxember (s.a.w) ev hedîsa li jêr, hatiye ragihandin:

“Gelî xortan! Qaweta we kê û zewacê hebe bila bizewice. Ew kesê qawet û derfeta wî ya madî tune be, bila rojiya (sunet/nafîle) bigire. Lewra rojî şehwetê dişikîne.”[1]

Ji Enes kurê Malik (x.j.q), wiha hatiye ragihandin: Sê kes hatine mala jinên Pêxemberê me û di derheqê îbadeta wî de pirs kirine; ka çawa îbadet dike. Dema behsa îbadeta Pêxember ji wan re tê kirin, ew vê îbadeta xwe hindik dibînin. Û wiha dibêjin. “Ka em li ku û Pêxember li ku? Bêguman Xwedê gunehên Pêxemberê xwe, ên çûyî û yên bê jî bexşandine.” (divê em bêhtir îbadetê bikin) Li ser vê, yekî ji wan got: “Êdî ez ê daîma bi şev limêj bikim.” Ê din got: “Ez ê daîma rojiyê bigirim.” Ê sêyem jî got: “Ez ê jî ji jinan cuda bijîm. Ez tu carî nazewicim.” Di dema xeberdana wan de Pêxemberê Xwedê ji nişka ve derket û ket hundir û wiha ferman kir:

Hûn in ku we wiha wiha gotine. Encax li xwe miqate bin! Bi navê Xwedê qesem dikim, ez bêhtirînê we yê ji Xwedê ditirsim û teqwatirînê we me. Digel wî hawî jî ez hem rojiyê jî digirim û hem jî fitar im. Nimêj dikim lê dîsa jî beşekî bi şevê radikevim. Û ez bi jinan re jî dizewicim. (Rêya min a jiyanê û suneta min, ev e.) Kesê rû ji rê û suneta min bizîvirîne, ne ji min e.[2]

Ebû Eyyûb (x.j.q), ji Pêxember wiha radigihîne:

Çar tişt ji suneta hemû pêxembaran in. Hesta şerm û fedîkirinê, bikaranîna bêhna xweş, bikaranîna darikê miswakê û zewac.”[3]



[1] Buxarî, Nîkah, 3; Muslim, Nîkah, 1.

[2] Buxarî, Nîkah, 1; Muslim, Nîkah, 5 (1401).

[3] Tirmizî, Nîkah, 1.