Fetwayen Kurdi
Ma di mîratê de her dem para mêran ji ya jinan pirtir e?

Ma di mîratê de her dem para mêran ji ya jinan pirtir e?

Pirs: Ma di teqsîma mîratê de her dem mêr ji jinan pirtir parê digrin? Wekî din ma di dabeşkirina bostan û erseya ku nayê ajotin de tu cudahî heye?

Bersiv: Dema yek bimre temamê malê li pey xwe hiştiye, li gorî hisseyên ku wêris digrin tê belavkirin. Ji aliyê dabeşkirinê ve di navbera ku mal erse, bostan, erd an jî dikan de be tu cudahî tuneye.

Di hukmên mîratê de meseleya ku mêr bi qasî du parên jinan bigre, rêgezekî giştîye. Lê belê hin rewşên vê yên awarte jî hene.  Ev jî wiha ne:

1. Dema kesê mirî li pey xwe keç an jî kur hiştibe, dê û bavê wî/wê bi wekhevî bi rêjeya ji şeşan yek (1/6) ji mîratê parê digrin. Ayeta têkildar wiha ye:

Heke zarokên mirî hebin ji dê û bavê wî re şeşyek heye.” (Nîsa, 4/11)

2. Eger bira yan jî xwişkên ji dê bibin wêris bi wekhevî sêyeka (1/3) mîratê ji wan re ye. Ayeta têkildar wiha ye:

“…Eger mêr an jî jinek bi kelaletî bimre (zarok û dayika wî tunebe lê ji aliyê dê ve) bira yan jî xwişkek hebe, ji bo her yekî ji wan şeşyek heye; eger xwişk û bira ji yekî pirtir bin vêca ew bi wekhevî di sêyekê de pişkdar in.“ (Nîsa, 4/12)