Fetwayen Kurdi
Ma dîn û dilê mirov xerab dibe?

Ma dîn û dilê mirov xerab dibe?

Pirs: Ma dîn û dilê mirov xerab dibe? Ev çawa pêk tê û çawa tê fêhmê? Xerabûna dil bi gunehan, tê çi wateyê?

Bersiv: Li gorî ayeta 14an ji sûreyê Muteffifîn dilê însan bi gunehan gemarî dibe. Ji ber vê yekê xerab dibe. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Naxêr, naxêr! Karên wan dilê wan perde kiriye.” (Muteffifîn, 83/14)

Pêxemberê me (s.a.w) wiha kerem kiriye:

Baldarbin! Di laş de parçeyekî goşt heye. Dema ew baş be temamê laş baş dibe, dema ew xerab be, temamê laş xerab dibe. Ha ew dil e.” (Müslim, Musaqat, 107)

Gava rewş gihaşt vê radeyê êdî dil hêdî hêdî tesbîtên hiş û aqil yên rast qebûl nake. Lewra aqil her dem rastiyê rast, şaşiyê jî şaş tesbît dike. Dil jî mîna merkeza pesendkirinê ye. Gava li gorî aqil tevbigere û biryar bide biryara rast, lê belê gava ne li gorî aqil, li gorî berjewendiyên xwe biryar bide wê demê biryara çewt dide. Poşmanî jî ji ber vê yekê ye. Dil êdî şaşiyan rast û rastiyan jî şaş dibîne û wisa biryar digre. Wexta dil li gorî aqil hereket neke ev tê wateya ku dil xerab bûye. Di encamê de dînê mirov jî xerab dibe.