Fetwayen Kurdi
Ma divê em bêjeya “zenîm”ê ya di Qur’anê de çawa fêhm bikin?

Ma divê em bêjeya “zenîm”ê ya di Qur’anê de çawa fêhm bikin?

Pirs: Di sûreyê Qelem ayeta 13an de bêjeya “zenîm” derbas dibe. Ev bêje wekî ku bi awayê “kesê xerab û nemerd” tê manekirin, bi şeklê “bêbav” an jî “kesê qewmê xwe înkar dike” û “xwe bi bal qewmekî din ve nisbet dike” jî tê manekirin. Ji van wateyan kîjan rast e? Bebavî çi ye? Wekî mînak ez dixwazim paşnavê xwe biguherînim. Ma tu zirara vê yekê heye?

Bersiv: Zemîn, di wateya “kesê digel ku ne ji bavekî be xwe jê nîşan bide” ye. Ji ber ku vî mirovî, bavê xwe înkar kiriye bi awayê “bêbav” hatiye wergerandin.

Lê belê paşnav, têgeheke cuda ye. Lewra di dayîna paşnav de bavik û nijada mirovan nehatiye hesabkirin. Ji ber vê yekê hewcedarî bi bal rastikirina wê çêdibe. Heke hûn bibêjin “dê û bavê min ne ev, ew in”, wê demê hûn dikevin rewşa kesê bêbav.