Fetwayen Kurdi
Ma divê em di hemî axaftinên xwe de bibêjin “îşaellah”?

Ma divê em di hemî axaftinên xwe de bibêjin “îşaellah”?

Pirs: Hin bêjeyên ku em di axaftininên xwe yên rojane de bikar tînin, hene. Wekî mînak; “tê, diçe, dibe”. Xeberdanên ku îfadeyên bi vî rengî di wan de der bas dibin, ma herwekî xeberdanên di derbarê pêşerojê ne? Li ser meselê hevokên bi vî awayî: “Heke tu vê bikî dê wiha bibe an jî neçe wê derê heke tu herî dê tiştek were serê te” û hwd. An divê em gotina “bi destûra Xwedê” lê zêde bikin? Ma tu mehzûra xeberdanên bi vî rengî heye?

Bersiv: Naxêr, di xeberdanên bi vî rengî de tu mehzûrek tuneye, lewra ew ji texmînan pêk tên. Hişyariya Xwedê Teala, ango pêwîstiya gotina “înşaellah” ji bo “xeberdanên teqez” yên ayende ne.

Ayeta bi mijarê re têkildar e wiha ye:

Heke Xwedê şertan pêk bîne, ne tê de  ji bo tu tiştekî ku tê bikî, nebêje, “ez ê sibehê vî tiştî bikim.” (Kehf,  18/23–24)

Hevoka “Heke Xwedê şertan pêk bîne”, wergera gotina “înşaellah”e.