Fetwayen Kurdi
Ma divê em piştgiriya bi rêya ruh -li bawermendan- çawa fêhm bikin?

Ma divê em piştgiriya bi rêya ruh -li bawermendan- çawa fêhm bikin?

Pirs: Di ayeta 22an de ji sûreyê Mucadele wiha tê fermankirin: “… Ha ew, Xwedê îman di dilên wan de nivîsiye û bi ruhekî ji cem xwe arîkarî û piştgirî daye wan.”  Ma mebest ji “piştgiriya bi ruh” ya ku di vê ayetê derbas dibe çi ye û divê em vê ayetê digel kîjanê bixwînin û fêhm bikin?

Bersiv: Ayeta têkildar wiha ye:

Tu dê nebînî civakeke ku bawerî bi Xwedê û roja axretê anîbe, çendî ew bavên wan, kurên wan, birayên wan, an eşîra wan bin jî ku ew ji wan kesên ku neyartiya Xwedê û Qasidê Wî dikin, hez dikin. Ha ew, Xwedê îman di dilên wan de nivîsiye û bi ruhekî ji cem xwe arîkarî û piştgirî daye wan. Xwedê dê wan bixe bihuştên ku di nav wan de çem diherikin û ew dê her û her lê bimînin. Xwedê ji wan razî bûye, ew jî ji Xwedê razî bûne. Ha ew benda Xwedê ne. Agahdar bin! Bi rastî jî benda Xwedê her ew in yên serfiraz û rizgarbûyî.” (Mucadele, 58/22)

Mebest ji piştgiriya bi ruh; piştgiriya bi ferîşteyan, bi agahiya rast û bi pêkanîna baweriya bi xwe ye.

Çend ayetên nîşan didin ku ferîşte piştgiriyê didin bawermendan wiha ne:

Wê rojê Xwedê dê bibêje: Ey Îsayê kurê Meryemê! Ew qencî û kerema ku Min li te û dayika te kiribû bîne bîra xwe. Min bi Ruhu’l-Quds (Cebraîl) piştgiriya te kiribû. Tu di dergûşê de û piştî tu mezin bûyî jî bi mirovan re dipeyivî…”( Maîde, 5/110)

Bi rastî Xwedê li Bedrê digel ku hûn bêhêz bûn jî arîkariya we kir. Naxwe xwe ji (ezabê) Xwedê biparêzin da ku hûn spasiya Wî bikin. Di wê rojê de te ji bawermendan re digot: ‘Ma ew sê hezar ferîşteyên ku Xwedê ji bo piştgiriya we şandin ne besî we ye?’ Belê, bes e. Eger hûn xwe ragirin û xwe bi sînorê Xwedê biparêzin û ew (dijminên we) jî ji nişka ve bi ser we de bigrin, Xwedê dê bi pênc hezar ferîşteyên binîşan, piştgiriya we bike. Ev tiştê Xwedê ji we re kir, sirf ji bo ku ji we re bibe mizgînî û dilaramî. Serkeftin, her ji cem Xwedayê ʿEzîz ê Hekîm e.” (Ali Îmran, 3/123-126)

Wê rojê Xwedayê te ev peyam ji ferîşteyan dihinart: Bê guman Ez bi we re me, vêca piştgiriyê bidin wan ên ku bawerî anîne; Ez ê tirsê biavêjim dilê yên ku kafir bûne. Êdî (gelî bawermendan) li stû û sertiliyên wan bixin.” (Enfal, 8/12)

Ji bo bersiva me ya di der barê ceng/şerkirina ferîşteyan de ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.fetva.net/yazili-fetvalar/melekler-gelip-bir-insan-gibi-savasmislar-mi-yoksa-mecazi-bir-anlam-mi-var.html