Fetwayen Kurdi
Ma divê ku ji sê parên qurbanê du par werin belavkirin?

Ma divê ku ji sê parên qurbanê du par werin belavkirin?

Pirs: Ma şert e ku di qurbanan de ji sê paran du par werin belavkirin? Ev tişt li gorî çi tê gotin?

Bersiv: Kesê ku boraqê gorî dike, dikare ji qurbaniya xwe bixwe û bide malbata xwe ya ku ji xwedîkirina wê berpirsyar e. Wekî din bêyî ku li rewşa wan a maddî binêre dê beşekê bide xizim û cîranên xwe, beşekê jî dê bide yên ku qurban serjê nekirine û yên ku hewcedar in.  Di vê babetê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Me heywanên qurbanê yên gir ji we re kirine nişanên bendetiya Xwedê. Di wan de ji bo we xêr û bêr heye. Nexwe dema rêz bi rêz rawestiyan (ji bo şerjêkirinê), navê Xwedê li ser wan bibêjin. Gava ku bi ser kêleka xwe ve ketin (şerjêkirina wan hat cî), êdî jê bixwin û bi yên xwedî ihtiyac û yên ne xwedî ihtiyac jî bidin xwarin. Her wisa Me ew ji we re berdest kirine da ku hûn peywira xwe bînin cî.” (Hecc, 22/36)

Ha bi sedema vê ayetê musteheb hatiye dîtin ku goştê boraqê bi bal sê paran ve were dabeşkirin. Parek jê dê li cem kesê ku qurbanî serjê kiriye bimîne, parek li dost û hevalan tê belavkirin û parek jî li jar û feqîran tê belavkirin. Lê belê heke malbata kesê ku boraq serjê kiriye pir be û ji aliyê maddî jî ve rewşa wan ne pak be, dikare qismekî hindik belav bike û yê bayî jî ji efradên malbatê re bihêle. Kesên ku di rewşeke wiha de bin digel ne qedexe ye ku temamê goşt ji xwe re hilînin jî lê belê da ku rûhê piştevanî û arîkariyê bi temamî ji holê ranebe herî kêm qismekî jê li însanên jar û feqîr belav bike dê çêtir be.