Fetwayen Kurdi
Ma divê pîrek çarika xwe çawa girê bidin?

Ma divê pîrek çarika xwe çawa girê bidin?

Pirs: Sergirtin, li ser pîrekan ferz e, lê sînorê wê çi ye? Mesela, ma divê ku teqez çarika wê sînga wê jî bigire? Gelo kafî ye ku bi tenê ser û stûyê xwe bigire? Di dema me de însan pir bala xwe nadin teseturê. Wê gavê ma ewqas însan li dijî fermanên Qur’anê dijîn? Hûn dikarin di van mijaran de agahiyan bidin?

Bersiv: Di sûreyê Nûr ayeta 31’em de bi taybetî girtina serî hatiye fermankirin û hatiye diyarkirin ku serî dê çawa bê girtin.

Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe….”[1]

Di demên berê de pîrekan cil û bergên berstû vekirî lixwe dikirin, stû û sîng dihatin dîtin. Bi vê fermanê ji wan hatiye xwestin ku bi beşekî ji çarika xwe qirik û berstûyê xwe bigirin.

Ji ber ku stû, qirik û gerden hatine nixumandin, ne hewce ye ku bi çarika xwe careke din wan deran binixumîne. Lê belê eger cilekî teng lixwe kiribe û sînga wê xuya bike, divê bi tiştekî mîna çarik û hwd. wan derên xwe binixumîne û veşêre.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/basortusu-nasil-baglanmalidir-bunun-bir-olcusu-var-midir.html

Bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re nivîsa bi sernavê Başörtüsü ve Örtünme ya di lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/basortusu-ve-ortunme.html



[1] Nûr, 24/31.