Fetwayen Kurdi
Ma divê di nimêje de xuşû’ çawa be?

Ma divê di nimêje de xuşû’ çawa be?

Pirs: Ma divê xuşû’/nefsbiçûkiya di nimêje de çawa be?

Bersiv: “Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bi sebrê û kirina nimêjê arîkariyê bixwazin. Muheqeq ev, ji xwedêtirsan pê ve bi her kesî giran tê.” (Beqere, 2/45)

Xuşû’, di wateya mirov hürmetkâr be, ne ku mirov bigihîje asteke derûnî. Ev, di kesên ku xwe biçûk û Xwedê Teala jî di mertebeyeke bilind de dibînin peyda bide. Ji ber vê yekê mirov serî li ber fermanên Xwedê ditewîne. Heke ne wisa bûna dê tu kesî her gav nimêj nekira. Lewra nimêj, ne ji bo kêf û şahiyê, bi sedema ku fermana Xwedê ye tê kirin. Heke di destê mirov de be hin caran naxwaze ku destmêj bigre û nimêj bike. Lê belê baweriya ku divê li gorî fermana Xwedê tev bigre, nimêjê pê dide kirin. Jixwe bendetî jî ev e. Ango ne ji bo mirov dixwaze, li berevajî vê bi sedema ku Xwedê dixwaze bike. Kêf û zewqa ku bendetiya Xwedê dide mirov ji tu tiştekî din nayê bidestxistin.

Li aliyê din di sûreyê Maûn de ew ayet derbas dibin:

Wax li halê nimêjkeranên ku haya wan ji nimêja wan tuneye. Ewên ku riyakariyê dikin û rêya qedandina pêdiviyan jî li ber hewcedaran digrin.” (Maûn, 107/4-7)

Misilman, nimêjê ne ji bo ku kesên din bibînin, da ku fermana Xwedê bicih bîne, dike.

Munafiq jî, kesê ku digel ji dil bawerî neaniye jî xwe wekî bawermendan nîşan dide. Ew, nimêjê ne ji bo Xwedê, da ku di civatê de veder nebe dike. Ji ber vê yekê nimêja kesê munafiq û ya kesê Misilman bi hev re nayê muqayesekirin.[1]

Tiştekî xwezayî ye ku di nimêjê de fikir û ramanên cur bi cur werin hişê mirov. Li gorî riwayete ku di Buxarî de derbas dibe Hz. ‘Umer wiha gotiye: “Di nimêjê de ez (di hişê xwe de) cebilxanaye leşker amade, tertîb û tenzîm dikim.” (Buxarî, el-‘Emel fi’Selat, 18). Dîsa li gorî riwayeteke ku di Buxarî de derbas dibe di dema kirina nimêjê de fikir û ramanên cur bi cur dihatin hişê Pêxemberê me. Riwayeteke têkildar wiha ye:

Uqbeyê kurê Haris wiha gotiye: “Min bi Hz. Pêxember re nimêja esrê kir. Gava selam da, yekser rabû ser piyan; bi lezgînî çû nik jineke xwe. Piştre derket derve û heyretmayîna li ser rûyê civakê ya ji ber çûba wî ya bi lezgînî dît û wiha got: ”

Di nimêjê hat hişê min ku hinek zêr li ba me heye. Min nexwest ku heta êvarê li ba me bimîne (an jî) min nexwest bi şev li nik me bimîne û ji lewre min ferman da ku were belavkirin.”

Dema Şeytan heta roja qiyametê muhlet ji Xwedê Teala xwest wiha gotibû:

“… Ez sond dixwim ku ji bo wan ez ê li ser rêya Te ya rast rûnim. Piştre ez ê ji pêş wan û ji pişt wan ve, ji rastê wan û ji çepê wan ve teqez dê bême wan û Tu yê pirên wan jî şêkirdar nebînî!”( E‘raf, 7/16-17)

Ji ber ku destûreke gelemperî ji Şetyan re hatiye dayin, pêxember bi xwe jî ji wesweseyên wî rizgar nebûne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Me beriya te her çiqas resûl û nebiyek şandibe, dema wî tiştek daxwaz kiribe, şeytên wesweseyek avêtiye nav daxwaza wî. Vêca Xwedê ya ku pelîd avêtiye dilê wan pûç kiriye, piştre ayetên xwe bi saxlemî bicih kiriye. Xwedê zana ye, karbinecih e.” (Hecc, 22/52)

Li gorî ku ji ayetan diyar dibe, çêbûna wesweseyan ji kesên ku bi îbadeteke girîng wekî nimêj mijûl dibin tiştekî gelekî xwezayî ye. Ya girîng ku mirov bi ber bayê van wesweseyan nekeve û dev ji îbadetên xwe bernede.

JÊDER: Yahya Şenol-Enes Alimoğlu, İnsanlık Tarihi Boyunca O Namaz, Weşanên Weqfa Suleymaniyeyê, Çapa 3yem, Stenbol, 2016, rp: 143-145.

[1] Ev bersiv, ji hevpeyvîna ku bi Abdulaziz Bayındır ya di “Altınoluk Dergisi” de derketiye hatiye girtin. Sal: 2001, Jimar: 182. Hûn dikarin vê ji hevpeyvînê ji navnîşana jêr bixwînin: http://www.suleymaniyevakfi.org/elestiriler/altinoluk-dergisinin-roportaji.html