Fetwayen Kurdi
Ma em ê ji kê bawer bikin û kîjan berheman bixwînin?

Ma em ê ji kê bawer bikin û kîjan berheman bixwînin?

Pirs: Çendê han, we di bernameyeke televîzyonê de got ku hin meseleyên şaş yên fiqhî biqestî bi bal ulemayan ve hatine nisbetkirin û ketine berhemên fiqhê. Pirsa min ev e: Mirovên ku ji aliyê ilmî ve ne pêşketîne, wekî mînak ez, di rewşên wiha de dê xwe çawa biparêze/biparêzin? Ma em ê ji kê bawer bikin û kîjan berheman bixwînin?

Bersiv: Divê ku hûn pirsjêker bin û di der barê biryar/hukmên dînî de teqez pirsyariya delîlên wan ji Qur’an û sunnetê bikin. Hûn ne ji gotina mirov; li berevajî vê hûn li nihêrtina ka çi û çawa dibêje berpirsyar in. Di mijareke ku di der barê wê de hukmekî vebirî tuneye de berî her tiştî li delîla kesên ku dibêjin “caiz e, dibe, tê kirin” binêrin. Piştre jî li delîlên kesên ku dibêjin “ne caiz e, nabe, nayê kirin” binêrin… Delîlên kîjanî li gorî we bi hêztir be hûn ê li gorî wê, helwestê nîşan bidin. Bêyî ku hûn vê yekê bikin heke hûn ya ji were bi kêr tê hilbijêrin, hûn mesûl dibin.

Em tewsiye dikin ku hûn dersa bi sernavê “Mezheplerin Oluşumu”  ya di der barê vê meseleyê de temaşe bikin. Hûn dikarin ji navnîşanên jêr dersê û pirs-bersivên bi mijarê re eleqedar temaşe bikin.

www.kurandersi.com/konulu-kuran-sohbetleri/2009/mezheplerin-olusumu-1.html

www.kurandersi.com/konulu-kuran-sohbetleri/2009/mezheplerin-olusumu-2.html