Fetwayen Kurdi
Ma fermana bi kirina ‘îbadetê, qezakirina wê jî di xwe de nahewîne?

Ma fermana bi kirina ‘îbadetê, qezakirina wê jî di xwe de nahewîne?

Pirs: Di berhemên Fiqih û Usûlu’l-Fiqhê derbas dibe; fermaneke ku kirina tiştekî/’îbadeketekê di wextê wê lazim bike, qezakirina vê peywira ku di dema xwe nehatiye edakirin jî pêwîst didêre. Ma ev tişt ne rast e? Hûn dikarin di çarçoveya nimêja qeza de vê şîrove bikin?

Bersiv: Bi sedema ku nimêj di Qur’anê de bi demê hatiye sînorkirin (Nîsa, 4/103), ev dibe asteng li pêşiya rêgeza ku li jor derbas bû. An na, dê taybetmendiya ku nimêj bi wextê hatine sînorkirin û diyarkirin ji holê rabe.

Gava ayetên 101, 102 û 103an bihizir werin xwendin, dê were dîtin ku Xwedê Teala di cengê de herî kêm qamek jî be ferman kiriye ku were kirin û ji bo terikandina nimêjê tu carî destûr nedaye. Sedemê vê jî mîna li jor hate diyarkirin ku kirina nimêjê bi wext hatiye sînorkirin û diyarkirin.( Nîsa, 4/103). Nexwe nimêja ku ji bilî mirov jibîr bike û di xew de bimîne, di nava cengê de jî mirov nikare wê li derveyî wextê wê bike, gava bêyî hebûna uzrekî were terikandin nayê qezakirin.