Fetwayen Kurdi
Ma gunehê şirkê bi tu awayî nayê bexşandn?

Ma gunehê şirkê bi tu awayî nayê bexşandn?

Pirs: Hûn dikarin ji Qur’an, hedîs û mezheban mînak bînîn ku kesê ketibe nav şirkê dema ji dil û can tobe bike dê were bexşandin? Ayet dibêjin ku Xwedê Teala tu carî şirkê nabexşîne. Nexwe kesê ketibe şirkê, mafê wî yê tobekirinê jî tune ye.

Bersiv: Tevlî şirkê jî tu gunehekî ku bi tobê neyê efûkirin, tune ye. Şirka ku Xwedê Teala wê nabexşîne, şirka kesê ku bê tobe ji dinyayê çûye.

Bêguman Xwedê şirkê nabexşîne, ji bilî vê ji bo kesê ku bexşandin heq kiribe, wî dibexşîne. Çi kesê ji Xwedê re hevpar çêkiribe, wî bêbextiyeke giran û gunehekî mezin kiriye.”[1]

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/allah-teala-sirk-gunahi-isleyeni-affediyor-mu.html

Ev ayet, di derbarê yên ku tobe nekirine û mirine de ye. Lewra li gorî ayeta jêrîn, her guneh -digel şirkê jî- gava meriv poşman bibe dê were bexşandin.

Bibêje: Gelî bendeyên min ên ku ji ola xwe derketine! Hêviya xwe ji rehma Xwedê nebirin! Bêguman Xwedê li temamê gunehan dibore. Bêguman yê gunehjêbir, yê dilovîn her Ew bi xwe ye.”[2]

Em tewsiye dikin ku hûn dersên me yên di heqê tobeyê de ji navnîşanên jêr bişopînin.

http://www.kurandersi.com/konulu-kuran-sohbetleri/2009/tevbe-1.html

http://www.kurandersi.com/konulu-kuran-sohbetleri/2009/tevbe-2-sorular-ve-cevaplar.html



[1] Nîsa, 4/48.

[2] Zumer, 39/53.