Fetwayen Kurdi
Ma hedîsek bi vî awayî “Ji ber sê tiştan ji Ereban hez bikin” heye?

Ma hedîsek bi vî awayî “Ji ber sê tiştan ji Ereban hez bikin” heye?

Pirs: Ma riwayeta ku qaşo Pêxemberê me gotiye “Ez Ereb im, zimanê axaftina bihiştê jî Erebî ye” sehîh e?

Bersiv: Di hin jêderên hedîsê de riwayetek bi vî awayî dibore:

أحبوا العرب لثلاث لأني عربي والقرآن عربي وكلام أهل الجنة عربي

“Ji ber van sê tiştan ji Ereban hez bikin: Lewra ez Ereb im, Qur’an bi Erebî ye û axaftina bihiştiyan bi Erebî ye.”[1]

Hatiye destnîşankirin ku Ehmed kurê Henbel di derbarê vê riwayetê de gotiye ku “zeîf e”, ‘Uqeylî gotiye “munker e” û “eslê wê tune ye” û Zehebî jî gotiye ku “mewzû/derewîn e”.

Ji bo ahagiyên berfirehtir û nirxandinên alimên hedîsê çi ji bo van îfadeyan çi jî di derbarê rawî û terîqên/rêyên riwayetên din de binihêrin: Heysemî, Mecma‘u’z-Zewaid, X, 25; Zehebî, Telxîsu Kitabi’l-Mewdû‘at, I, 92; Suyûtî, el-Leali’l-Mesnû‘e, I, 404-405; Fettenî, Tezkiretu’l-Mewdû‘at, I, 112; Îbn Arrak, Tenzihu’ş-Şerî‘e, II, 30-31; Şewkanî, el-Fewaidu’l-Mecmû‘e, rp. 413; Eclûnî, Keşfu’l-Xefa, I, 54-55.

Ji aliyê din ve di derbarê ka dê xeberdana ehlê cenetê bi kîjan zimanî be, ne di Qur’anê de ne jî di sunetê de tu delîlek heye. Ji ber vê yekê ne rewa ye ku meriv li ser esasê vê riwayeta ku li jor borî di derbarê vê mijarê de xeber bide.



[1] Hakim, el-Mustedrek, IV, 87; Beyheqî, Şu‘ebu’l-Îman, III, 34.