Fetwayen Kurdi
Ma îda Remezan û Qurbanê jî mîna şevên qendîlê bid‘et e?

Ma îda Remezan û Qurbanê jî mîna şevên qendîlê bid‘et e?

Pirs: We gotiye ku pîrozkirina şevên qendîlê bid‘et e. Dema min li ser înternetê bersiva we temaşe dikir, ez pêrgî pirseke wiha hatim: “Ma cejna Remezan û Qurbanê jî wekî şevên qendîlê bid‘et in? Lewra di derbarê wan de tu ayetek tuneye.” Ma mirov dikare bersiva vê pirsê çawa bide?

Bersiv: Tiştên ku di serdema Pêxember û sehabiyan de nehatiye dîtin û ‘emel pê nehatiye kirin, heta yên manendê wan tuneye û digel ku di Îslamê de tunene jî piştre derketine holê û bi awayê îbadetê hatine pejirandin re ji nêrîn û ‘emelan û ji helwestên ku li dijî sunnetê re ne bid‘et tê gotin. (M. Sait Şimşek, “Bid’at”, Şamil İslam Ansiklopedisi)

Cejn tu carî nabin bid‘et. Lewra Pêxemberê me di cejna Remezanê de û di ya Qurbanê de jî nimêja îdê kiriye, ev cejn pîroz kirine û ji ber ku cejn bûye rojîgirtina di wan de qedexe kiriye. ji navnîşana jêr Hûn dikarin hedîsên di derbarê vê yekê bixwînin:

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/ramazan-ve-kurban-bayramlari-aslinda-kac-gundur.html

Li aliyê din, ayetên di derbarê nimêja cejnê û tekbîrên teşrîqê de hene. Ji vê bonê bi awayekî teqez mirov dikare bibêje ku îd û nimêja cejnê ya ku terxanî wan rojan e bi ayet û hedîsê sabit e.

Em tewsiye dikin ku hûn dersa me ya li ser vê mijarê hatiye kirin ji navnîşana jêr temaşe bikin:

http://www.kurandersi.com/mukayeseli-fikih-dersleri/2010/bayram-namazlari.html