Fetwayen Kurdi
Ma ji zarokê ku ji malê veqete re ji mîrata bav par heye?

Ma ji zarokê ku ji malê veqete re ji mîrata bav par heye?

Pirs: Li cihekî ku em lê dijiyan meseleyeke mîratê derket holê: Mijar ev bû: Di wextekê de bav û law bi hev re dijiyan, piştre lawê mezin dizewice û ji malê vediqete. Di wê navberê de zarokên din digel bavê xwe dixebitin û araziyan dikirin. Lawê ku veqetiyabû piştî salekê dîsa tê mala bavê xwe, alîkariya wê jî di kirîna araziyan de hebûye. Lê belê ji ber ku ji malê veqetiyabû û hin arazî piştî veqetandina wî habitûn kirîn, bavê wî arazî nedanê. Lê belê bav di ber sikratê bi şaşiya xwe dihese û dibêje ku mafê wî jî di mal de heye. Di salên piştre bira naxwazin ku mal bidin birayê xwe yên ku berê veqetiyabû. Dibêjin ku jixwe arazî di salên ku ew ne li nik mebû hatine kirîn û wî malî di nav xwe de dabeş dikin. Ma para vî lawî jî di arazî de heye? Ez dixwazim vê yekê fêr  bibim.   

Bersiv: Heke mal ji aliyê bav hatibe kirîn, temamê zarokan di wî malî de hevpar in. Lê belê heke di dema kirînê de ji bo zarokan hatibe kirîn jixwe wê demê nabe mijar ji bo mîratê. Ji gotinên we diyar dibe ku ev mal yê bav e. Ji ber vê yekê bi tu hincetan ji zarokan yek an jî çend kes ji mîratê nayên mehrûmkirin.