Fetwayen Kurdi
Ma kesê bêyî îradeya xwe verşê dikare rojiya xwe bişkîne?

Ma kesê bêyî îradeya xwe verşê dikare rojiya xwe bişkîne?

Pirs: Di rojiyê de bêyî vîna xwe ez vereşiyam. Ma ez dikarim rojiya xwe bişkînim û piştre qeza bikim?

Bersiv: Vereşîn rojiya we betal nake. Ji ber vê yekê bi tenê ji bo vî tiştî ne durist e ku mirov bixwe-vexwe. Lê belê heke piştî vereşînê hûn nesax ketibin di wê rewşê de hûn dikarin rojiya xwe bişkînin. Piştî ku meha Remezanê xelas bû hûn ê rojiya xwe qeza bikin.