Fetwayen Kurdi
Ma kirina ‘îbadetên pir di şevên qendîlê de mehzûr e?

Ma kirina ‘îbadetên pir di şevên qendîlê de mehzûr e?

Pirs: Ji bo mirovê ku ‘îbadetên xwe yên ferz dike ma tiştekî şaş e ku di şevên qendîlê de hin ‘îbadetan -bi taybetî jî xwendin û guhdarkirina Qur’anê- zêdetir bike? Ma ev jî bid‘et e?

Bersiv: Kêmkirin, terikandin an jî zêdekirina ‘îbadetên sunet yên ku ji mrov re bûne xuy -ji xwendina Qur’anê di hin şevan de- ne mehzûr e.

Lê belê tiştê mehzûr ev e: “Ji ber xêra wê bi taybetî mirov bibêje ez ê vê şevê zêdetir nimêja sunet bikim, bêhtir Qur’anê bixwînim.” Ev, angaşta ku ‘emelên di wê şevê de tên kirin ji yên ku di şevên din de tên kirin bi xêrtir e di xwe de dihewîne. Pêşniyarkirina ramanekî di mijarên bi vî rengî de; ji yên ku di heqê wan de ayet an jî hedîs tunene, ne karekî rast e. Jixwe derketina bid‘et û domandina wan xwe dispêrin hincetên bi vî awayî. Ji ber vê sedemê divê mirov gelekî bi hizir be.

Ji bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/tarih-arastirmalari/kandil-geceleri.html