Fetwayen Kurdi
Ma lazim e ku pîrek bi peçeyê ser çavê xwe bigirin?

Ma lazim e ku pîrek bi peçeyê ser çavê xwe bigirin?

Pirs: Ma divê ku pîrek ser çavê xwe, bi peçe yan jî bi tiştekî mîna wê bigirin? An jî ku bi tenê endam û porê xwe binuxmîne têr dike?

Bersiv: Ne lazim e ku pîrek ser çavê xwe bi peçe û tiştê mîna wê bigire. Di ayeta 52’yem de ji sûreyê Ehzab, li Pêxember (s.a.w) wiha xitab tê kirin:

Piştî van, êdî ji te re ne helal e ku tu hin jinên din bînî (mahr bikî) yan jî tu wan (berdî û) bi hin ên din re bizewicî; çendî spehîtiya wan li xweşa te biçe jî…”

Ev ayet dide nîşandan ku ser çavê pîrekê tê dîtin; lewra însan, encax dema ku ser çavê pîrekê bibîne li xweşa wî diçe.[1]

Rojekê Umer kurê Xetab (x.j.r) li ser xutbeyê wiha dibêje: “Bi hezir bin, mehra pîrekan zêde nekin.” Li ser vê, pîrekeke esmeri hinarik sor dikeve nav xeberdanê û wiha dibêje: “Ev, gotina te ye yan te ji Pêxember (s.a.w) bihîstiye?” Em di kitêba Xwedê Teala de tiştê li dijî gotina te, dibînin. Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Eger hûn bixwazin ku jinekê berdin û di şûna wê de jineke din bînin û we malekî pir dabiyê, vêca ji wî malî tiştekî nestînin…”[2]

Hezretî Umer (x.j.r) hinekî şaş dimîne û wiha dibêje: “Her kes ji Umer fêhmbertir e; heta pîrekên di malên xwe de jî …”

Li gorî hatiye gotin ku pîrekeke esmeri hinarik sor, tê mena ku ser çavê wê vekirî bûye.

Ji bo bersiveke mîna vê hûn dikarin li videoya jêr jî temaşa bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kadin-en-uygun-bir-sekilde-pece-takarak-mi-ortunebilir.html



[1] Ebû Bekir el-Cessas, Ehkamu’l-Qur’an, Daru’l-Kitabi’l-Arabî, Beyrût 1335, III, 316.

[2] Nîsa, 4/20.