Fetwayen Kurdi
Ma lîstikên ku li hember xelatekê tên lîstin dibe qumar?

Ma lîstikên ku li hember xelatekê tên lîstin dibe qumar?

Pirs: Di van rojan de li salonên înternetê turnûvayên lîstikan tên lidarxistin. Tîmên ku beşdarî turnûvayê dibin hin pereyên diyar datînin û tîmên ku di lîstikê de dikevin dereceye, temamê van pereyan digrin. Ev, ne lîstikên bext û siûdê ne; lê belê di encamê de lîstik in… Qezenckirina pereyan bi vê rêyê gelo dibe qumar? Salonên înternetê dibe ku xelatekê ji qaseya xwe jî bidin. Gava wiha be hukmê wê çi ye? Heke ev jî heram be, ma wê gavê qezenckirina pereyan ji musabeqeyên werzîşê yên mîna vê jî heram e? Ango her qiças bi kedê be jî ma qezenckirina pereyan ji lîstikên ku bi têkbirina yê li hember tên lîstin, heram e?

Bersiv: Temamê kirinên ku lîstikvan hin pere/mal datînin meydanê û di dawiya lîstikê de yê ku bi ser ketiye dibe xwediyê wî mal/pereyî, navê wê çi dibe bila bibe qumar e. Ji ber vê yekê jî heram e. Lê belê heke kesekî sêyem ango sazgêr xelatê dêne meydanê û di dawiya turnûvayê de yê ku bi ser bikeve wê xelatê (pere/mal) bigre, wê gavê ne hearm e; helal e.

Di pêşbirkên werzîşê de -bi sedema ku kesên sêyem- yên ku ji bo temaşekirina wê musabeqeyê   hatine vî pereyî didin, tîmê ku bi ser ketiye dikare temam an jî piraniya vî pereyî bigre.

Prof. Dr. Servet Bayındır