Fetwayen Kurdi
Ma meaşê ku karmend ji dewletê digirin helal e?

Ma meaşê ku karmend ji dewletê digirin helal e?

Pirs: Di nav dahatuyên dewletê de dahatuya araq û faîzê jî heye. Ji ber vê yekê, meaşê ku karmend û memûrên dewletê distînin, ma dibe heram?

Bersiv: Hebûna dahatuyên heram ji araq û faîzê di nav dahatuya dewletê de bandorê li meaşên karmend û memûran nake. Ya girîng, meşrûbûna karê ku memûr dike. Karê ku tê kirin ger rewa be, meaşê ku tê stendin jî dibe helal.

Pere bi xwe nabe heram. Herambûn, bi awayê qezenkirin û bidestxisitina wî derdikeve holê.  Ji lewre pereyekî ku bo yekî heram e, dibe ku ji bo yekî din ne heram be. Ji bo vê, heram li xeyrîhî tê gotin. Ango tiştê ku di esasê wê de heramî tune be, lêbelê di şeklê qezenckirin û bidesxistina wê de heramî hebe. Ji aliyekî din ve, heram li ‘eynîhî heye. Ango tiştê ku heramî di zatê wê de heye. Mîna goştê berêz, araq û hwd. Ev tişt,  li her Muslumanî heram in. Wekî mînak, mirovê Musluman çawa ku nikara goştê berêz bixwe, ji bo xwarinê nikare bide yekî din jî.

Ji kerema xwe re li navnîşanên jêr jî binihêrin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/devletten-maas-alanlar-faiz-yemis-mi-oluyor.html

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1010