Fetwayen Kurdi
Ma meha Remezanê bi hesab an jî bi dîtina heyvê tê diyarkirin? 

Ma meha Remezanê bi hesab an jî bi dîtina heyvê tê diyarkirin? 

Pirs: Ma destpêk û dawiya meha Remezanê bi hesab an jî bi dîtina heyvê tê diyarkirin? 

Bersiv: Rojên olî, bi hesab tên diyarkirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Roj û heyv li gorî hesabekî tev digerin.” (Rehman, 55/5)

Ê ku roj kiriye ziya (ronahî) û heyv jî kiriye nûr Ew e. Ew kiriye qonax bi qonax da ku hûn jimara salan û hesêb bizanibin. Xwedê ev, li ser rastiyê afirandine û ji bo civateke bîrewer ayetên xwe aşkera dike.” (Yûnus, 10/5)

Ziya, tîrêjên Rojê ne; nûr jî roniya ku mirov nerihet nakin. Em rojê bi xwe nabînin; ya ku em jê re roj dibêjin tîrêjên ku jê tên.

Em nikarin Heyvê jî bibînin. Heyv ji bo me, tîrêjên Rojê yên ku lê didin û ji aliyê me ve tên dîtin. Ji lewre em jê re heyvik/hilal, nîv heyv û heyva çardeşevî dibêjin. Ji ayetên têkildar yek jê wiha ye:

Me ji bo heyvê jî hin qonax terxan kirine; di dawiyê de ew dibe wekî çiqlê dara xurmê. ” (Yasîn, 36/39)

Roja yekem ji meha qemerî, roja ku li pey avabûna heyva ku piştî roj diçe ava derdikeve ye. Heke ew meh Remezan be divê mirov wê rojê, bi rojî derbas bike. Xwedê Teala wiha fermna dike:

“… Kî ku ji we gihaşt meha Remezanê, bila wê bi rojî derbas bike…” (Beqere, 2/185)

Li gorî ayetên borî, divê ku mehên qemerî bi hesab werin diyarkirin. Lê belê bi sedema ku kesekî vî hesabî bike li nik Pêxemberê me tunebû, wî wiha gotiye:

Em civateke ummî ne; nikarin binivisînin, nikarin hesab bikin.”

Piştre deh tiliyên xwe sê caran vekiriye di cara sêyem de tiliya serî girtiye û wiha gotiye “meh; wiha, wiha û wiha ye”  (ango bi bal 29 rojan ve îşaret kiriye); piştre wiha gotiye “meh; wiha, wiha û wiha ye” ango 30 roj qesid kiriye. (Muslim, Siyam, 1080)

Bi vî awayî wî bi zimanê îşaretê ragihandiye ku meha qemerî ji 29an kêmtir û ji 30 rojan zêdetir çênabe. Gotineke wî ya din wiha ye:

Bi dîtina heyvê rojî bigrin, bi dîtina wê bikin cejn. Heke hewa bi ewr be mehê bikin sî roj.” (Muslim, Siyam, 1081)

Dema pisporekî ku hesab bike tune be, rêya çavdêriya li heyvê bi tenê çare dimîne. Pêxemberê me jî ew gotiye û kiriye. Ji ber ku êdî pisporên me hene divê em cihekî merkez bigrin û derbasî hesabê ku Qur’anê fermana pê kiriye bibin.

Hesab, ji bo Misilmanên ku li qutban dijîn jî pêdivîyek e. Lewra li wê derê hin deman roj hilnayê, hin gavan jî roj naçe ava. Dîtina heyvê di demên ku roj naçe ava de qet ne pêkan e.

Qur’an-Sunnet pêwîst digerîne ku em derbasî hesab bibin. Bi vî awayî em ê derfeta ku li her derê bi hev re rojiyê bigrin û di heman rojê de îdê bikin bi dest bixin.

Tetbîqa Karûbarên Dînî ya Turkiyeyê, rast e. Ji ber ku Qur’an di mijara demên nimêjan de fermana bi çavdêriyê dike, meseleya teqwîma qemerî ji hesabên ku ji aliyê komeke zanayan ve were kirine hiştiye.

Di tu ayetan de fermana bi çavdêriya heyvê nehatiye kirin; li berevajî vê berê mirovan bi bal hesab hatiye dayin. Tetbîqa Pêxemberê me ji neçarî -ango dîtina heyvê bi çavan- û jimartina vê yekê wekî emrê sereke tu carî nayê qebûlkirin.

Jêder: Abdulaziz Bayındır, “2013 Yılı Ramazan ve Bayram Hilali Tespiti”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Sal: 1, Jimar: 2, 2013 (Tîrmeh-Îlon), rp: 14-16.