Fetwayen Kurdi
Ma meriv dikare di şûna yekî din de hecê bike?

Ma meriv dikare di şûna yekî din de hecê bike?

Pirs: Gelo mumkin e ku meriv di şûna yekî din de hecê bike? Bavê min, ji ber nexweşî û kalîtiyê nikare here hecê, lê belê pereyê wî hene. Ma ez dikarim ji dêla wî herim?

Bersiv: “Di derbarê girîngî û menasikên hecê de ji Pêxember (s.a.w) pir hedîs hatine neqilkirin. Lê belê di derheqê ferzbûna hecê li ser kesê kal an jî nexweşê halxweş, an jî di derheqê pêwîstiya ku eger ew nikaribin bi xwe bikin jî divê bi hinekî din bidin kirin de tu hedîseke sehîh tune ye. Eger di mijarekê de ayet an jî hedîsa sehîh ya ku şîroveya wê ye tune be, hukmê ferzbûnê dernakeve holê. Lewra ferz, ji tiştê ku bicihanîna wê bi delîleke teqez hatiye xwestin re tê gotin.

Pêgirên mezhebê Henefî, Şafiî, Zahirî û Zeydî, bi piranî derfet û îmkana madî li ber çavan girtine û gihaştine encama ku kesê bi sebeb kalîtî yan jî nexweşiyê nikaribe bi xwe hecê bike, ferz e ku bi rêya wekîlekî hecê bide kirin. Ên ku tenduristiyê bingeh û esas digirin mîna piraniya zanyarên mezhebê Malikî, dibêjin ku kesê pirsgirêka wî ya nexweşiyê yan jî pîrîtiyê hebe, herçiqas halxweş be jî hec lê ne ferz e.

Hin fuqehayên mîna Ebû Henîfe, Serexsî û Îbnu’l-Humam, derfeta madî û tenduristî bi hev re li ber çavan girtine û gotine ku kesê ev herdu tişt di wan de tune bin, hec li wan ne ferz e.

Qenaet û baweriya Îmam Muhemmed wiha ye: Heca ku bi rêya wekaletê bê kirin, ji kesê hec kiriye bi xwe re tê hesibandin. Kesê di şûna wî de hec hatiye kirin jî ji ber ku bûye wesîle bo kirina hecê û pereyên xwe di vê rêyê de xerc kiriye, ji wî re jî xêra hecê heye.

Di derbarê mijara kesê kirina heca ferz li ser navê xwe wesiyet kiribe de fuqehayan tifaq kirine ku li ser wêrisên wî wacib e ku ji malê wî yekî bişînin hecê.

Qenaet û baweriya me: Kesê hec lê ferz bûbe û rewşa wî ya tenduristî û şertên din di cih de bin û di wexta wê de eda nekiribe piştre ketibe halekî nexweş, bi şandina yekî din di şûna xwe de ji vê berpirsyariyê xelas nabe. Ji ber vê yekê ji ber deynê heca ku ketiye stûyê wî divê ji Xwedê Teala bexşandina xwe bixwaze. Eger hebe, biqasî mesrefê hecekê ji malê xwe bi awayê xêr û xêratan belav bike, ji wesiyeta bi kirina hecê çêtir e.”

Ji bo kesên dixwazin di mijara bedêlhec de digel delîlan agahiyên berfirehtir bidest bixin, em tewsiye dikin ku gotara Prof. Dr. Servet Bayındır ya ku di lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/baskasinin-yerine-hac-yapmak.html

Her wiha hûn dikarin derseke me ya di vê mijarê de ji lînka jêr temaşe bikin:

http://www.kurandersi.com/mukayeseli-fikih-muzakereleri/2010/baskasinin-yerine-hacc-yapmak.html