Fetwayen Kurdi
Ma meriv serî li “tüp bebekê” bide yan jî bi qedera razî bibe û sebir bike?

Ma meriv serî li “tüp bebekê” bide yan jî bi qedera razî bibe û sebir bike?

Pirs: Min nivîsa we ya di derbarê “tüp bebek”ê de xwend, lê belê min bersiva pirsa xwe tam jê negirt. Da ku em bibin xwedî zarok, ji aliyê tibî ve tu pirsgirêka min û hevsera min tune ye. Di vê rewşê de caiz e ku em bi rêya “tüp bebek”ê bibin xwedî zarok? An jî divê em qedera xwe bijîn?

Bersiv: “Tüp bebek” rêgezek e, ji bo tedawîbûnê. Ên ku nikarin bi rêyên xwezayî bibin xwedî zarok, bi şertê ku qaydeyên wê[1] yên diyarkirî bi cih bînin, dikarin bi rêya “tüp bebek”ê bibin xwedî zarok. Di vê meseleyê de meriv tedawî nebe û bi qedera xwe razî bibe, ne mewzûbehs e. Lewra tedawîbûn jî ji pêdiviya qederê ye.

Her nexweşiya ku Xwedê Teala daye, teqez çareserî jî ji bo wê daye.

Li gorî riwayeta Usame kurê Şerîk, Pêxember (s.a.w) wiha gotiye: Bedewiyan gotin: Ey Qasidê Xwedê! Dema em nexweş dikevin, em serî li rêya tedawiyê bidin? Qasidê Xwedê (s.a.w) got: “Belê, tedawî bibin. Gelî bendeyên Xwedê! Tedawî bibin. Lewra ji bo her nexweşiya ku Xwedê ew afirandiye, -ji yekê pê ve- teqez şifaya wê (rêya tedawikirina wê) jî afirandiye. Li ser vê, dema pirsîn “Ey Qasidê Xwedê! Ew nexweşî kîjan e?” Got: Kalîtî ye.”[2]