Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare bi nîv parê bibe şirîkê qurbanê?

Ma mirov dikare bi nîv parê bibe şirîkê qurbanê?

Pirs: Ma mirov dikare bi nîv behrê bibe şirîkê qurbanê. Wek mîsal em bibêjin; du şirîkên ku bi hev re qurbanê ser jê dikin, ma dikarin bi behra wek 3,5an qurbanê bidin?

Bersiv: Kesek tenê jî dikare heywaneke mezin wek qurban bide yan jî heft kes jî dikarin bibin şirîkê wê. Heke du kes bibin şirîkê wê heywanê, ji bo her yekî ne ku 3,5 behr dikeve, wek du behr dibin şirîkê wê! Yanê goşt dibe du behrên wekhev. Heke sê kes bin dibe sê behr. Ev heta heft kesan wisa dewam dike.