Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne?

Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne?

Pirs: Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne? Eger xwendina wê caiz be, çima li temamê deveran wiha nayê kirin? Eger ne caiz be, wê gavê çima Muftîtî û radeyarên Dîyantê li hember vê yekê bêdeng dimînin?

Bersiv: Xwendina selayê piştî her ezanê bid‘et e. Bid‘et jî bi kurtasî ji nêrîn û karên ku li dijî sunnetê ne re tê gotin. Bi vegotineke din tiştê ku di serdema Hz. Pêxember û sehabiyan de nehatine dîtin û ‘emel bi wan nehatiye kirin. Heta mirov dikare wiha jî terîf bike; tiştê ku hevşêweyê wê tuneye, piştre derketiye holê û digel ku di Îslamê de cihê wê tuneye jî wekî îbadetê tê pejirandin. (Bnr: M. Sait Şimşek, “Bid’at”, Şamil İslam Ansiklopedisi)

Resûlullah aleyhisselam di der barê tiştên ku di dîn de piştre derketine holê û di heqê wan de delîl tunene de wiha ferman kiriye:

“Karên herî ne baş, yên ku piştre derketine holê.” (Muslim, Cumu‘e, 43)

“Her tiştê ku piştre derketiye holê, bid‘et e.” (Nesaî, ‘Îdeyn, 22; îbn Mace, Muqaddime, 7)

“Her bid‘et, rêşaşî ye. Her rêşaşî jî di êgir de ye.” (Muslim, Cumu‘e, 43)

Meseleya çima radeyarên Dîyanetê mudaxeleyî vî karî nakin, ne ji me, divê hûn bixwe ji wan bipirsin û bersivê ji wan bigrin.