Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike?

Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike?

Pirs: Ez jin im. Bi sedema ku li kargehê ji bo kirina nimêjê cihekî munasib nabînim, nimêja nîvro û ya ‘esrê rûniştî li maseya xwe dikim. Ma kirina nimêjê bi vî awayî meqbûl e?

Bersiv: Li gorî ku hûn di rewşeke tengav de ne, hûn dikarin nimêja xwe ya nîvro û ‘esrê, di wexta nîvro yan jî ‘esrê de bi hev re bikin. Bi tenê rek‘etên ferz bikin. Eger hûn nikaribin bi hev re ango cemi’ bikin, hûn dikarin rûniştî li maseya xwe bikin. Herî dawî divê hûn têbikoşin ku nimêjên xwe bêkêmasî û di wexta wan de bikin.

Ji bo bersiveke mîna vê, ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=3978î