Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike?

Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike?

Pirs: Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike?

Bersiv: Di kirina nimêjê di odeya razanê de tu nehzûrek tuneye. Di der barê vê yekê de ji dayika me ‘Eyşeyê riwayeteke wiha hatiye ragihandin:

(…) Min Resûlullah dît ku nimêj dike, ez jî di navbera wî û qibleyê de radizam. Dema hewedariyeke min pêk bihata ez rûdiniştim, min nedixwest ku wî nerihet bikim, ji aliyê jêr yê nivînan hêdîka derdiketim.”  (Buxarî, Selat, 99, 102, 105, 108; Muslim, Selat, 268-271).