Fetwayen Kurdi
Ma nîsbeta ku jin ji mîrata mêrê xwe digrin çiqas e?

Ma nîsbeta ku jin ji mîrata mêrê xwe digrin çiqas e?

Pirs: Ma para dayika min ji mîrata ji bavê min çiqas e? Ez dixwazim vê yekê hîn bibim?

Bersiv: Di ayeta di der barê mîratê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

“… Eger zarokên we nebinçaryeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye ji bo jinên we ye. Vêca eger zarokên we hebin, ji bo wan heştyeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye. Ev jî piştî pêkanîna qewîtiya we û piştî dayîna deynê we ye…” (Nîsa, 4/12)

Wekî ku di ayeta borîn de diyar bû, jin bi du awayan dibin mîratgirê hevserên xwe:

1. Heke zarokên mêr tunebin, çaryeka mîrata hevserê xwe digrin.

2. Heke zarokên mêr hebin –jixwe heye– heştyeka mîrata hevserê xwe digrin.

Li gorî ku bavê we zarok li pey xwe hiştiye, heştyeka mîrata bav ji dayika we re dikeve.