Fetwayen Kurdi
Ma pîrek dikare li gorî dilê xwe di malê xwe de teseruf bike?

Ma pîrek dikare li gorî dilê xwe di malê xwe de teseruf bike?

Pirs: Pîreka dixebite ma dikare pereyê ku qezenc kiriye bê destûra mêrê xwe xerc bike? Li ser meselê ma dikare bide dayik an jî bavê xwe?

Bersiv: Pereyê ku pîrekê ji karê xwe bi dest xistiye ji wê bi xwe re ye. Ji ber vê yekê li gorî daxwaziya xwe dikare tê de teseruf bike. Lê belê tê tewsiyekirin ku: mêr û jina ku soza dê jiyanekê bi hev re parve bikin dane hev, di xerckirinên xwe de hevdu aciz mekin.

Hûn dikarin ji lînka jêr nivîsa me ya di derbarê îxtîlafên mêr-jinê û rêyên çareseriyê bixwînin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/calisan-kadinlarin-kendi-kazandiklari-paraya-kocalari-karisabilir-mi.html