Fetwayen Kurdi
Ma razana ber êvarê, bi zirar e?

Ma razana ber êvarê, bi zirar e?

Pirs: Ma razana di navbera esir û êvarê de bi zirar e? Tê gotin ku hedîseke bi vê meseleyê re eleqedar, heye. Hûn dikarin agahî bidin?

Bersiv: Di pirtûkên hin zanyarên ‘ilmê hedîsê de ji yên mîna Îbn ‘Ediy, Îbn Hibban, Ebû Nu‘eym, Îbnu’s-Sanî û Eclûnî hedîseke wiha tê ragihandin:

Kî ku piştî esir razê û eqlê xwe winda bike, ne li yekî/tiştekî din, bila bi tenê loma li xwe bike.”

Îbn Raheweyh û Se‘danî, di derheqê Xalid kurê Qasim ê ku di seneda vê hedîsê de derbas dibe, gotine ku ew “derewkar e”. Îmam Buxarî û Nesaî gotine ku “metrûk e”, Îbn Hibban jî gotiye ku “nivîsandina hedîsa wî, ne durist e”.

Di riwayeteke din ya vê hedîsê de bi sedem ku di seneda wê Ebdullah Îbn Lehî‘a heye, ji aliyê zanyarên hedîsê ve, ew jî zeîf hatiye qebûlkirin.[1]

Hin aliman xwe spartine vê hedîsa zeîf û gotine ku razana piştî esir mekrûh e. Sparteyeke din ya van aliman jî zanyariya ku xewa piştî esir ji aliyê tenduristiyê ve bi zirar e. Car caran di çapemeniyê de jî nûçeyên di heqê ku vê razana han dibe ku zirarê bide bedena meriv, cih digirin. Wekî mînak, ji wan nûçeyan yek jê wiha ye:

“Di seet 22: 00 de tansiyon û jimarên hilavêtina dil kêm dibe, piştî seet 04: 00 tansiyon û hilavêtinên dil dest bi zêdebûnê dike. Di navbera seet 15: 00 û 18: 00 de digihîje asta herî bilind. Lewre di wexta esrê de dema ku tansiyon û hilavêtinên dil di asteke bilind de ne û şane di dereceya herî zêde metabolizma dibin, divê meriv nekeve xew. An jî dê bibe vexwendin û dawetiye bo tansiyona bilin û nerihetiya dil.”[2]



[1] Bnh. el-Heysemî, Mecmau’z-Zewaid, XV, 116; Îbnu’l-Cewzî, Kitabu’l-Mewdû‘at, thq. Tewfik Hamdan, çapa 2’mîn, Daru’l-Kutubi’l-Ilmiyye, Beyrût 2003, II, 263; Ebu’l-Hasen’Elî kurê Muhemmed kurê Arrak el-Kinanî, Tenzîhu’şŞerî‘ati’l-Merfû‘a ‘ani’l-Exbari’şŞenî‘ati’l-Mewdû‘a, thq: Abdulwehhab kurê Abdullatîf, Ebdullah Muhemmed es-Siddîk, çapa 2’mîn, Daru’l-Kutubi’l-Îlmiyye, Beyrût 1981, II, 290, jimara hedîsê: 30; Muhemmed b.’Elî eş-Şewkanî, el-Fewaidu’l-Mecmû‘a, thq. Abdurrehman el-Mu‘allimî, çapa 2’mîn, Beyrût 1392, rp. 216; jimara hedîsê: 649).

[2] Ev beş, rasterast ji Dr. Aslan Mayda hatiye neqilkirin. Bnh. İbrahim Işık, Din ve Bilim Açısından Uyuma Vakitleri, Tefekkür Dergisi, sal: 2006, jimar: 8, http://www.tefekkurdergisi.com/Yazi-Bilim_ve_Din_Acisindan_Uyuma_Vakitleri-333756.html